BİNDESTÎ
Bel dikim çava dibînim vaye şûre
Ez divim jê dûr herim lê rê çi dûre
Ew keleh ya zemtkirim asêye dergeh
Ew bi dirdirk û bi leşker û bi sûre
Ez li vî alî hewarî ma li yê dî
Ya dipêşya minde deryake kûre
Va li hundir nîne peyman û ne çarek
Gur lipişt sînor didê zirta dizûre
Hê liser wêrangehê min şîn dirêsê
Wa pepûk jî hê dixwînin kûre kûre
Pir divê golêde bindestî genîbû
Waye behna koletîyê jê difûre
Dijminê min tim dibêjê em birane
Lê xuyabû ew herwe marê di tûre
Ev welat serhişke zorê naciwê ew
Ger sitem domkê liser naçê di ûre
Zîze û xemgîne ev rist jê diçin qîr
Nalenala wê diçê dûr ew bilûre
Ger tu bindestbê ne azadbê tu dîlî
Her mirovê serfiraz baz û tilûre
kavilê can dojehê girt tevde gernas
Dil ji arê vê dema bê dad tenûre
GERNAS
....................................................................

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen