Raketî bû dema şoreş li dar ket
Îmad Ebû Salih
Wergerandin: Ciwan Nebî
Raketî
Raketî bû dema şoreş li dar ket
tevî ku bangên bilind
ji pencereyê dibihîstin
ji ser textê xwe ranebû,
dest bi xeweke giran kir.
Bi tenê bû li malê,
li taxê tevî,
ne qerebalixa firoşkaran,
ne qîrîna zarokan,
ne ewte-ewta kûçikan.
Bi tenê û azad bû
dema li wir şoreşgeran radihijtin darbesta azadiyê.
Kalek
Li qurçikekê komkirî bû,
pêxwas, bi cilên qetiyayî,
xwîn ji dev dibariya.
Kalekî dal
ku nikare biçe tiwalêtê
şoreşê ew li ber xwe bir,
bi vir de anî,
bo, bi kotekî bibe şoreşger.
Şoreşger
Li pêş tirembêla polîsan rawestiya
ku şoreşgeran şewitandibû.
Heman tirembêl
ku di xortaniya xwe de
dest kelpçekirî li wê siwar bû.
Çendî li hêviya kêlîkekê wiha ma,
lê dema ku hat
bi ti şahiyê hest nebû,
berûvajî wê
bi şîniyekê behitî ma
ku, bi rambûn derbas dibû laşê wî tevî,
li ber xweziyeke ji dil
ku agirê buhatirîn bîranînên wî dixwarin vemirîne
çendî li ber xwe da.
Yê Derbider
Ji zaroktiya xwe ve
li vir, derbider dijî,
bê meriv,
bê kar,
bê hêvî.
Ji kêfa firiya
dema meydan bi şorgeran tije dît,
perdepûşa xwe ya qetiyayî diyarî wan kir
û nîv çixareya di ber guhê xwe de.
Hest bû ku xwediyê maleke birastî ye
ku gerek e bi erkê mîvanên xwe rabibe.
Dema ku çûn
bi êşekê hest bû.
bi tenêtiyekê
ku yekem car bû di jiyana xwe de didît.
Nanê xwe da wan
û xweşiya bêwariyê ji wî dizîn.
Firoşkar
Qistentîn Kefafîs li ser firoşkarekî gerok nivîsand, li Iskenderiyê, di sala 31 ê de, berî zayînê jiya. Di nav qerebalixa bilind û birre-birra mûzîkê de bang dikir ((bixûr)) ((zeytûnên pirr baş)) ((zeyta porê)) ((benîştê daran)) !! Kesekî dengê wî nebihîst, yên kombûyî, bi piyên xwe ew li ber xwe birin, dema diçûn bi Intoniyo şa bibin, yê ku li Yûnanistanê ji serkeftinekê, ber bi serkeftinekê de diçû.
Min heman firoşkar
piştî du hezar sal,
di nav komên şoreşgeran de dît,
rahijtibû heman kelûpelan
û bi heman coşê bang dikir
û heman piyan ew li ber xwe dibirin.
Çawa dikarî bû van salan hemiyan bijî?
Çawa kelûpelên wî,
bi derbasbûna van salan hemiyan re wêran nebûn?
Parsek
Ez bitenê parsekek im,
lê min,
ji şoreşgeran bêhtir xizmeta şoreşê kir.
Çawa?
Min, bi nebeşdariya xwe xizmet kir?
li ser vê qeraxê rûniştî mam
û min destê xwe,
li ber yên ku derbas dibin vedikir,
min bi coş vedikir,
bi dilsozî, çavşikestî,
bi hemî şarezayiya xwe di pîsîtiyê de.
Ez jiyaneke baştir naxwazim
û ji dev karê xwe bernadim
diktatorek diçe
diktatorek tê
ez li cihê xwe dimînim
ez xwedî tuximekî kevinar im,
xwedî pabîr im di paşerojê de,
xwedî nevî me di siberojê de.
Ez im yê ku dimîne.
Yê nemir.
Yê ku ji binê şoreşan ketî.
Ez im dîdevanê hêviyê di şoreşa ku tê.
Remsîs
Helbet Remsîsê Didiwan veciniqî
ji xew şiyarbû
dema şoreş bi ser mûzexaneyê de derbasbû,
li erebeya xwe ya leşkerî siwarbû,
bi lez derket
da van komên kesan
yên ku dixwazin kursiyê textê wî bibin vegerîne.
Leheng
Xwedêyo çi leheng e ew ciwanê li wir !
Li pêş refan diçe,
singa xwe ji gulleyan re vedike,
birîndaran dermand dike
û xwarina xwe ya kêm dide birçiyan
weke ku pêxemberek be.
Ev leheng ket çavên min de,
bo her zarokekî ku dixwaze bibe leheng:
Ji wî fêr bibe,
da li dijî wî,
bi heman awayê wî şoreşekê li dar bixî
dema bibe diktatorê siberojê.
Çivîk
We birastî şoreş li dar xist,
we birastî li ber xwe da,
dengê we ji bangan ket
û axte destê we esîman biqetanda,
xwîna we herikî,
we qurbanî danîn,
lê azadî civîkek e
ditirse û bilind hildifire
bo ev dest wî negirin
û ev devên birçî wî nexwin.
Lorka
Min Lorka dît
dema ew dikişandin meydana bidarvekirinê.
Çi qasî hevalê min bû
min newêrî bû wî rizgar bikim.
Min xwe di tariyê de veşart
û bêhina xwe berneda,
tirsiyam ku nas bikin
ku ji helbestên wî hez dikim.
Weke zarokekî dilerizî,
weke jineke bî nale-nala wî bû,
weke olperstekî ji Xwedê lav dikirin
û weke tirsonekekî xwe tavêt bextê dîdevanan
ta wî bêpar nekin ku bistirêne
li ser heyv, dar û qereçiyan.
Dildarên Lorka li min bibûrin
ku bibêjim min ew dît,
weke kûçikekî dikir ewte-ewt,
dema berê tivingên xwe danê.
Bi hemî awayan hewil da
ku bibêje ti îşê min bi şoreşgeran tune ye,
ji lehengî û lehengan ditirsim,
ez bitenê helbestvan im,
lê, bi gulleyekê ew ker kirin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen